Rêveberiya Xweser encama ezmûnên xwendekarên asta navîn, aşkere kir.
Encama ezmûnan li ser malpera fermî ya desteyê bi rêya lînkek elektronîkî hatine aşkerekirin.
Xwenekdar dikarin bi rêya hejmara xwe ya li ser karta ezmûnê, navê xwe tevî navê bav û paşnav an jî bi navê dibistanê, encama ezmûnan nas bikin.
Desteya Fêrkirin û Perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku îsal 8 hezar û 629 xwendekarên refa 9’an ketin ezmûnan.



