Di derbarê pêvajoya ku Tirkiyê û bakurê Kurdistanê tê de derbas dibe, Prof. Dr. Şukru Aslan ji ajansa ANF’ê re axivî.
Dr. Şukru Aslan diyar kir ku pêvajo hêvî û firsendeke mezin e, her wekî got: “Divê hemû gelên di nava Tirkiyê de bighêjin mafê xwe.”
Bi banga “Aştî û civaka demokratîk” re, Tirkiye kete nava pêvajoyeke nû de.
Niha bi beşdariya partiyên li meclîsê komîsyonek hate avakirin, û dest bi kar kir.
Prof. Dr. Şukru Aslan ku bi karên xwe yên li ser Elewiyan û Elewîtiyê, sosyolojiya bajêr û koçê tê naskirin, di derbarê wate û paşeroja pêvajoyê de ji ANF’ê re axivî.
Şukru Aslan anî ziman ku ne tenê Kurd an jî mirovên ne Misilman, li Tirkiyeyê pirsgirêka gelek derdoran ji ber nasnameya xwe heye û got:
“Li Tirkiyeyê ne tenê pirsgirêka Elewiyan an jî Kurdan heye; bi giştî meseleyeke nasnameyê heye.”
Aslan diyar kir ku çavekî Tirkiyeyê timî li ronahiya ji bo çareseriya pirsgirêkan e û wiha pêde cû:
“Bi vê pêvajoyê re Tirkiyê ber bi ronahiyê ve diçe”
Tirkiye her tim bi vî rengî bû û ev ronahî kengî xuya kir, kêm be jî dema ku xwe nîşan da, di nava van nasnameyan hemûyan de xweşbîniyek, bendewariyeke erênî afirî.
Careke din ronahiyeke bi vî rengî xuya kir û eger Tirkiye vê polîtîkaya kevneşop di astekê de biterikîne; wê encamên maliyeta civakî ya ku heta niha hatiye afirandin bê dîtin.”
“Pêvajoyê hêviyek di nav gelên Tirkiyê de çêkir”
Prof. Dr. Şukru Aslan destnîşan kir ku di nava gelan hemûyan de hêviyek çêbû, ev pêvajo derfeteke mezin e, ji bo pêşketinên erênî pêk werin divê her kes hewl bidin û got:
“Ev hêvî ne tenê di nava Kurdan de ku weke muxatab tê dîtin, di heman demê de li nava hemû nasnameyan tê dîtin.”
“Elewî ji weke her kesî dixwazin bighêjin mafê xwe”
Şukru Aslan anî ziman ku Elewî berovajî texmînan xwedî rêxistiniyeke mezin nînin, bal kişand ser daxwaza jiyana azad a Elewiyan û got,
“Elewî Çekên wan nîne ku bişewitînin, ya rast tiştekî wan nîne.
Dijminekî wan jî nîne. Rêxistiniyeke wan a mezin jî nîne ku wan bixe nava liv û tevgerê.
Civak û warên wan ên biçûk hene ku dengê xwe didin bihîstin.
Ewqas; wekî din tiştekî wan nîne û dixwazin di nava vê yekê de azad bibin, weke her kesî.”



