Zanîngeha Rojava ji bo xwendina master di Beşa Dîrokê de 2 beşên pisporî vedike.
Yek Dîroka Kurd û Kurdistanê di Serdema Kilasîk û Navîn de.
A duyem Dîroka Kurd û Kurdistanê di Serdema Nûjen û Hevdem de ye.
Xwendekar û mamosteyên xwedî bawernameyên lîsans di beşên Dîrokê û Şûnwar de dikarin serlêdanê bikin.
Dîroka tomarkirinê 5’ê Tebaxê destpêkiriye û heya 28 Tebaxê 2025’an didome.
Cihê tomarkirinê jî, Zanîngeha Rojava-Hilaliye (Enstituya Zanistên Civakî û Mirovî) ye.
Rêbaza pejirandinê ji bo masterê bi vî awayî ye:
Ezmuna pisporî 40%, bawername 30% û hevdîtin 30%.
Ezmuna materiyalên pisporî 7 Îlûna 2025’an tê lidarxistin.
Dîroka hevdîtinê piştî ezmûna pisporî tê ragihandin.
Belgeyên pêwîst ji bo tomarkirinê:
Forma tomarkirinê, Bawernameya lîsansê, Kopyayek ji nasnameya kesayetî û du wêneyên kesayetî ya.



