Bernameya Xwarinê ya Cîhanî eşkere kir ku pêdiviya zêdetirî nîvê nifûsa Sûriyê bi xwarinê heye.
Her wekî dibêje ku nêzî 3 milyon kes, di asta herî dijwar a birçîbûnê de ne.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya NY dibêje, li Sûriyê ji ber hişkesaliya herî xirab a 36 salan, hilberîna genim bi rêjeya ji sedî 40 kêm bûye.
Ji ber vê yekê bi krîzeke xwarinê re rû bi rû ye, bi taybet kêmbûna pereyên hikumeta Veguhêz û nebûna mezin a genim ev kirîz zêde kiriye.
Her wekî da zanîn ku zêdetirî nîvê nifûsê, nêzîkî 25.6 mîlyon kes, niha kirîza kêmbûn û nebûna xwarinê dikişînin.
Di raporekê de ku meha Hezîranê hat weşandin, Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya NY (FAO) texmîn kir ku Sûriye dê îsal bi kêmbûna genim a bi qasî 2.73 milyon ton re rû bi rû bimîne.
Di serdema hikumeta Veguhêz a Sûriyê de û piştî şerê navxweyî yê 14 salan, ev rewş dibe sedema dijwariyan.



