Navenda Serpereştiya Civakî ya Reqa ji bo zarokên ji kampa Holê hatine derxistin, pêşengehek vekir.
Malbatên zarokan, 16 zarokên beşdar û endamên navendê tev li pêşnegehê bûn.
Pêşengeh piştî rêveçûna perwerdeya zarokan di nava mehekê de hat vekirin. Di perwerdeyê de zarok fêr bûn çawa hestên xwe bi wêne û nivîsê bînin ziman.
Hevserokên Navenda Serpereştiya Civakî ya Reqa Neîma Mihemed û Mihemed Nûr El Fener pêşnegeh ji beşdaran re vekirin. Paşê beşdar li nava pêşengehê geriyan, tablo û nivîsên zarokan çêkirine, dîtin.
Di dawiya pêşengehê de endamên navendê çente li zarokên beşdarî pêşengehê bûne belav kirin.



