Li başûrê Sûdanê şer dîsa gûr bû.Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku şer dikare li herêmê belav bibe û krîza mirovî ya li welêt hîn girantir bibe.
Rageşî û aloziya li Sûdanê fikarên mezin çêdike ku şerekî navxweyî careke din tund bibe.
Di navbera salên 2013-2018’an de ji ber şerê navxweyî 400 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.
Alîkara Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Martha Pobee li Konseya Ewlekariyê daxuyaniyek da û got:
“Helwesta heyî û operasyonên artêşê dikare bibe sedem ku tundî mezin bibe û şerê navbera civakan zêde bibe.”
Martha Pobee anî ziman ku ev rewş dikare bibe sedem ku welatên cîran jî bikevin nava şer.
Dawiya meha Tîrmehê di navbera hêzên ewlekariyê yên Başûrê Sûdanê û artêşa Ûgandayê de li ser sînor şer qewimî bû û herî kêm 6 kes hatin kuştin.
Ûganda beriya niha jî hatibû sûcdarkirin ku tevlî şerê navxweyî yê li Başûrê Sûdanê bûye.
Hikumeta yekîtiya neteweyî ku piştî peyama aştiyê ya sala 2018’an di sala 2020’î de ava bû, nekarî welêt aram bike.
Ji ber krîza siyasî hilbijartin gelek caran hate taloqkirin; tê texmînkirin ku hilbijartinên destpêkê Kanûna 2026’an de bêne kirin.



