Çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li başûrê rojavayê Siwêdayê gundekî din topbaran kir.
Çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê careke din agirbest binpê kir û gundê Era yê li başûrê rojavayê Siwêdayê topbaran kir.
Çekdarên hikumetê ji nuqteyên xwe yên li gundê Xirbe Semerê malên gundiyan topbaran kirin.
Her wiha vê sibehê jî çekdaran gundên Mecdel û Erîqa yên li rojavayê Siwêdayê topbaran kirin.
Li gorî şêniyan, hêzên hikumeta veguhêz ji nuqteyên xwe yên li gundên Mezrayê her du gundên navborî bi çekên RPG dan ber guleyan.



