Li bajarê Himsê, 4 Ewleyên ku ji derstpêka salê di girtîgehên Hikûmeta Veguhêz girtînbûn, hatin kuştin.
Li ser mijarê jî Çavdêriya Sûrî ya Mafên ragihand ku ji destpêka salê ve 55 girtî ji ber eşkenceyê di di zindanên hikûmeta veguhêz de hatine kuştin.
Têkildarî mijarê Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ev agahî parvekir:
“4 Elweyên ji gundê El Qenaya yê navçeya El Qebo ya bajarê Himsê ji destpêka salê ve hatibûn girtin, bi eşkenceyê di girtîgehên Hikûmeta Veguhêz ya Şamê hatin kuştin.
2 ji wan birayê hev bûn, xwendekarên zanîngehê bûn û li goristana El Nesir hatine veşartin û li goristana El Nesir hatine veşartin.”
Çavdêriya Sûriyê dazanîn ku piştî êrişa li ser perestgeha Elewiyan a Ebû Ebdullah El Husên El Xasîbî ya li bajarê Helebê, xwepêşandan li gelek herêmên Sûriyeyê lidar ketin.
Li ser wê, hêzên hikûmeta veguhêz di meha Çileya bûrî de li gundê Qenaya bi ser malan de girt û gelek kes birin.
Çavdêriyê got, heta niha 55 girtî di zindanên hikûmeta veguhêz de hatine kuştin, piraniya wan ji Himsê ne.



