Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê û Înîsiyatîfa Parêzeran daxuyanî da û ragihand ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, wê li tevahiya Sûriyê îmze werin komkirin.
Di daxuyaniya ku li Qamişloyê hat dayîn de, berpirsên herdû înîsiyatîfan têkildarî komkirina îmzeyan agahî dan û diyar kirin ku komkirina îmzeyan îro hatiye destpêkirin û dê heta 30’ê tebaxê dewam bike.



