Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku komîsyona li meclîsê hatiye avakirin divê bi Rêber Abdullah Ocalan re diyalogê dîne û li nêrînên wî guhdarî bike.
Serokwekîla Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li meclîsê têkildarî rojeva heyî daxuyaniyek da çapemeniyê.
Gulistan Kiliç Koçyîgît destpêkê bal kişand ser têkoşîna Dayikên Aştiyê û got,
“Têkoşîna wan a ji bo aştiyê wê karên komîsyonê jî ronî bike û tevkariyê li karên komîsyonê bike.”
Gulistan Kiliç: Dayikên şemiyê 30 salin têdikoşin
Gulistan Kiliç Koçyîgît têkoşîna dayikên Şemiyê jî wiha vegot
“Hinekan hevjîn, hinekan jî xwişk, birayên xwe winda kirin.
Hinekan dayik, hinekan bavê xwe winda kirin. Lê belê dest jê bernedan.
Hatin binçavkirin, doz li wan hate vekirin.
Lê belê wan têkoşîna xwe ya edaletê ya ji bo dîtina windayan a li vî welatî dewam kirin.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît helwesta hin derdoran a li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rexne kir
“Hewl tê dayin ku atmosfereke welê biafirînin, ku tu yê bibêjî qey banga 27’ê Sibatê ya Birêz Ocalan nîne, rêxistinê bersiv nedaye vê bangê.
Li pêşberî vê bangê di 5-7’ê Gulanê de rêxistinê biryar negirtiye û di 11’ê Tîrmehê de merasîma îmhakirina çekan nekirine.
Bi vî rengî nîqaşan dimeşînin ku hewl didin vê heqîqetê binixumînin.
Halbûkî ev hemû ji aliyê 45 salên şer ên derbasbûyî û pirsgirêka Kurd a 100 salî, kêliyên mezin ên dîrokî ne.
Di derbaskirina van kêliyên dîrokî de rola Birêz Ocalan gelekî girîng e,
Gelên Tirkiyê ev yek dîtin.”
Gulistan kiliç: Divê li nêrîn û pêşniyarên Ocalan were guhdarîkirin
Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di her hevdîtinê de işaretê bi meclîsê dike û wiha bi dawî kir
Birêz Ocalan timî işaretê bi zemîna hiqûqî û siyasî dike.
Divê komîsyon li fikir û nêrînên Birêz Ocalan jî guhdar bike ku di vê pêvajoyê de xwedî biryar e.
Gelekî girîng e ku li fikrê wî guhdarî bikin û pê re diyalog bê danîn.”



