Li Meclisa Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî civînek derheqê xeteriya DAIŞ û ewlehiya navdewletî tê lidarxistin.
Buroya Neteweyên Yekbûyî ya Têkoşîna li dij Terorê di wê civînê de got ku piştî hatina Heyet Tehrîr El-Şam, ewlehiya li Sûriyê lawaz bûye û DAIŞ hewl dide vê yekê bi kar bîne.
Buroya Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku gefa DIAIŞ’ê hîna berdewam e û pir tevlîhev e.
Her wekî diyar kir ku armanckirina serekên DAIŞ’ê bi tenê, têrê nake.
Her wiha got jî ku DAIŞ’ê hewl dide torên fînansekirinê li derveyî sînoran jî ava bike.



