Di van kêliyan de, civîneke girîng derheqê Sûriyê de, li Meclisa Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de tê lidarxistin.
Nûnerê Rûsya di Meclisa Ewlekariyê de got ku divê Kurd beşdarî Dewleta Sûriyê ya yekgirtî bibin.
Her wekî got ku ji bo avakirina sîstemeke desthilatê ya nû dê Sûriyê li gelek zehmetiyan biqelibe.
Di civînê de, Nûnerê Rûs diyar kir ku divê gelê Sûriyê bibe yek û berjwendiyên niştîmanî pêk werin.
Her wekî got ku metirsî ji hêla ol, etnîk û kêmneteweyên li Sûriyê hene û hest bi aramiyê nakin.
Lewra xweset ku hemû sûcdarên li Siwêda û Perava Sûriyê werin darizandin.
NÛNERÊ AMERÎKA LI NY: DIVÊ SÛCDARÊN LI SIWÊDAYÊ WERIN DARIZANDIN
Nûnera Amerîkî jî diyar kir ku ew derheqê bûyerên li Siwêdayê nîgeran in û divê komîteyên lêpirsînê çêbibin û sûcdar werin darizandin, ji wan ên ku cihê xwe di nava hêzên ewlehiyê de digirin.
Pedersen: Em piştgriyê didin peymana 10 Adarê
Li hêleke din, nûnerê NY bo Sûtiyê Geir Pedersen jî diyar kir ku ew xebata xwe ji bo pêkanîna peymana Hikûmeta Şamê û QSD’ê didomînin.
Pedersen: Pêvajoya veguhêz li Sûriyê di xeteriyê de ye
Pedersen hişyarî da ku pêvajoya veguhêz li Sûriyê di xeteriyê de ye û ji bo serketina wê, pêdivî bi zelaliyê heye.
Pedersen got ku ew derheqê xerabûna hewaya siyasî li Sûriyê pir nîgeran in û daxwaz kir ku gerek desûtrek li gor îradeya gelê Sûriyê ava bibe.



