Li Arjantînê hewl hat dayîn ku îmzeyên di çarçoveya kampanya “Ez dixwazim biçim serdana Ocalan” de hatine komkirin radestî Konsolosxaneya Tirkiyê bikin, lê ev îmzayan hatin redkirin.
Li Arjantînê ji aliyê “Înîsiyatîfa ji Ocalan re azadî” ve di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim biçim serdana Ocalan” kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.
Gelek aliyên li seranserê welêt piştgirî dan vê kampanyayê.
Tevî 60 îmzeyên hatine komkirin, metnek ji bo Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç û Balyozê Tirkiyê yê Arjantînê Suleyman Omur Budak hate nivîsandin.
Di daxuyaniyê de daxwaza berdana Rêber Apo û girtiyên siyasî hate kirin.
Sendîkaya Karkerên Arjantînê CTA Autonoma, Meclîsa Daîmî ya Mafên Mirovan (APDH), Yekîtiya Mafên Mirovan a Arjantînê, Poder Populer, û Feministas Del Abya daxuyanî îmze kirin.
Siyasetmedar Laura Marrone û Izquierda Socialista, nûnerên MST Celeste Fierro, Vilma Ripoll û Fernando Scarelo, akademîsyen Atilio Borón, parêzvanên mafên mirovan û gelek sendîka jî piştgirî dan kampanyayê.
Komek ji çalakvanên mafên mirovan hewl dan ku îmzeyên komkirine bi destan bigihînin Konsolosxaneya Tirkiyê lê rayedarên konsolosxaneyê serlêdan û îmze qebûl nekirin.



