Jinên Efrînî yên ku ev 8 salin ji cih û warên xwe koçber bûne di nava kampên penabertiyê de tevî şertên zehemt, hunera xwe zindî dikin.
Ji nava konên penaberan dengê def û bilûrê bilind dibe, lorînên tijî hêvî û di têlên sazan de melodiyên vegerê tên lêxistin.
Ew jin koçberên Efrînê ne, di bin şert û mercên zehmet de bi cil û bergên xwe yên filklorîk direqisin û di nava hêviya vegera bi ewle de, mîrateya kevneşopî zindî dikin.
Leyla Reşîd ku ev 7 sal in endama Tevgera Hîlala Zêrîn e.
Di Koma Folklorê ya Şehîd Mizkîn a li Şehbayê de, stranan dibêje.
Leyla Reşîd diyar kir ku çand nasname û dîroka gelekî ye û got:
Tevî ku em 2 caran rastî koçberiyê bûn lê me di bin çadirên koçberiyê de çanda xwe diparêzin.”
Her wiha Nisrîn Mamo jî destnîşan kir ku Efrîn bi def û bilûra xwe navdar e û got:
“Dema em ji Efrînê koçber bûn, çanda me bi me re hat.”
Herî dawî Rûbî Muhamed jî bal kişand ser zehmetiyên ku ew dikşînin û got:
“Di van konan de germahî di asta herî bilind de ye.
Ruxmê vê yekê, em di van konan de xebatên xwe didomînin.”
https://jinhaagency.com/ku/cand-u-huner/kocberen-efrine-tevi-zehmetiyan-ji-cand-u-hunera-xwe-zindi-dikin-54379



