Li seranserê cîhanê karesatên xwezayî zêde bûne û bandoreke neyînî li jiyana mirovan dikin.
Li Şîlî erdheja bi pileya 7,4 û li sînorê Myanmar û Hindistanê jî erdheja bi pileya 5.3 pêk hat.
Ji ber baranên zêde ku bûn sedema lehiyê jî îsal li Nîjeryayê 228 mirin û zêdeyî sed kes jî winda bûn.
Li gelemperiya cîhanê karesatên xwezayî ên mîna, lehî, şewat, erdhej û hwd, rê li ber encamên giran vedikin û bandoreke neyînî li jiyana bi mîyonan mirovan dikin.
Li welatê Amerîkaya Başûr Şîlî erdhejeke bi pileya 7.5 pêk hat.
Navenda Lêkolînê ya Jeolojîk a Amerîkayê ragihand navenda erdhejê derbasgeha Drakê ya li Nîvgirava Antarktîka ya Şîlî ye.
Hat ragihandin erdhej 10,8 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye û li gelek bajarên Arjantînê û Şîlîyê hatiye bihîstin.
Li Şilîyê piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hate dayîn.
Her wiha fermana valakirina herêmên beravê, qadên avî, devên çeman, rê û bendergehan hate dayîn.
https://www.aa.com.tr/tr/dunya/silinin-guneyinde-7-5-buyuklugunde-deprem/3666011
Li sînorê Myanmar-Hindistanê bi pileya 5.3 erdhej pêk hat
Li sînorê Myanmar û Hindistanê jî bi pileya 5.3 erdhej pêk hat.
Navenda Sîsmolojî a Behra Spî ya Ewropayê eşkere kir li herêma Mawlaîk ya li sînonê li her du welatan erdhejeke bi pileya 5.3 pêk hatiye.
Hat diyarkirin erdhej 10 kîlo metre di binê erdê de pêk hatiye, li bajarê Aîzawî yê li sînorê Hindistan û Myanmarê hatiye bihîstin.
Li Japonyayê ji ber bagerê li dijî karesatan hişyarî hate dayîn
Li eyaleta Kagoşîma ya Japonyayê ji ber bagera Linling ku bû sedema baranên zêde li hember kareasetên mîna lehî û hezazê hişyarî hate dayîn.
Li gorî çapemeniya Japonyayê Bagera Linling bandora xwe li eyaleta Kagoşîma zêde kiriye.
Fîrmaya Railways ya Japonyayê jî eşkere kir ku ji ber baranên dijwar seferên trenên li herêmê asteng bûne.
Li Nîjeryayê îsal ji ber kareseta lehiyê 228 kes mirin
Li Nîjeryayê îsal ji ber baranên dijwar ku bûn sedema kareasetên lehiyê 228 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya Ajansa Rêveberiya Lezgîn ya Netewî a Nîjeryayê îsal baranên dijwar li 25 eyaletên li welat rê li ber lehiyê vekirine.
Hat ragihandin ji ber karesatên lehiyê 228 kesan jiyana xwe ji dest dan, 495 kes birîndar bûn û 114 kes jî winda bûn.
Her wiha hate diyarkirin ji ber lehiyê 71 hezar 400 kes ji cih û warên xwe bûn, 209 hezar 666 kes jî jê bandor bûn û 21 hezar 257 mal jî hilweşiyan û ziyan dîtin.
Hat gotin li 76 eyaletan 23 hezar û 481 zeviyan jî ziyan dîtine.



