Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê re bi hezaran çeteyên bîyanî li ser banga DAIŞ’ê berê xwe dan Sûriyê. Piraniya wan çeteyan li ser Tirkiyê re derbas bûn.
Niha derdora 6 hezar çete hê jî li Sûriyê ne û di nava Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz de bi cih bûne.
Hat ragihandin ev du meh in rojê derdora 50 çete tên bi nasnamekirin.
Bi destpêkirina şerê navxweyê yê li Sûriyê re, bi hezaran çeteyên biyanî di bin navê cîhadê de berê xwe dan Sûriyê.
Van komên çete di bin gelek navan de xwe bi rêxistin kirin. Piraniya wan jî bi banga DAIŞ’ê li ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê hatin kirin.
Van çeteyan di pêvajoya şer de li dijî gelên Sûriyê gelek sûc û hovîtî pêk anîn.
Piraniya van çeteyan ji herêma Ûygur ya Çînê, ji herêma Çeçenistan ya Rûsyayê, ji Ozbekistanê, Tacikîstanê, Albanyayê, ji Tirkiyê, ji welatên Ewropa û welatên Ereb in.
Bi hatina HTŞ’ê ser desthilatê xeteriya van çeteyan didome
Piştî hilweşîna rejima Baas û hatin HTŞ’ê ya li ser desthilatê xeteriya van çeteyan hê jî dewam dike.
Di van demên dawiyê de mijara nasnameya dayîna van çeteyan di rojevê de ye.
Rojane 30-50 çete nasnameyan werdigirin
Herî dawî eşkere bû ku du meh in ev çete nasnameyê werdigirin. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê rojane di navbera 30 û 50 kes tên bi nasnamekirin.
Heta niha gelek çeteyan jî di nava hêzên hikumeta veguhêz ya Sûriyê de di asta payebilind de hatine erkedarkirin.
Ji wan 5 çeteyên ku rutbetyên bilind wergirtine ev in,
Ebdul Semrîs Yaşarî bi navê xwe yê din Ebû Qutada el Elbanî
Ela Mihemed Ebdul Baqî ji Misrê ye, Ebdul Ezîz Dawid Xdabirdî, ji Ûygurê ye.
Molan Terson Ebdul Semed û Ebdul Semed Yasîn Ehmed.
6 hezar çekdarên biyanî li Sûriyê ne
Li aliyê din hate ragihandin ku Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz amadekariyên avakirina tugayên taybet ji bo çeteyên Uygur dike.
Bi avakirina Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re hejmara çeteyên biyanî li tugayên leşkerî hatin belavkirin. wiha ne,
- Partiya Îslamî ya Tirkistanî 2 hezar û 500
- Ensar El Tewhîd 200
- Ecnad El Qoqaz 250
- El Şîşan (Ecnad El Şam) 300



