Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Hecînê yê kantona Dêrazorê, bi beşdariya nêzî 30 jinan, rûniştina xwe ya yekemîn a xwendina Manîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan li dar xist.
Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Hecînê yê kantona Dêrazorê rûniştina yekemîn a xwendina Manîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk ” Rêber Abdullah Ocalan bi beşdariya nêzî 30 jinên ji tevahî sazî û meclisên xwecihî li dar xist.
Di rûniştînê de endamên ji komîteyên jinan, nûnerên ji meclisên xwecihî û endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.
Beşdaran li hev kir ku di dirêjahiya hefteyê de rojane rûniştinên xwendina manîfestoyê hebin û wê di rûniştinan de nîqaşên komî li ser naverokê werin kirin, mekanîzmayên pêkanîna fikrên Rêber Apo di civakê de werin pêşniyarkirin.
Di rûniştinê de endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Sefa El Ehmed axivî û got cewhera Manîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk ” temsîla redkirina netewe-dewleta navendî ya yekdestdarî dike.
Ji ber ku ew sedema sereke ya şerên li Rojhilata Navîn e. Sefa banga pêkanîna modela neteweya demokratîk a xwe dispêre Rêveberiya Xweser a hevbeş kir.
Sefa diyar kir ku aştiya rasteqîn bi rêya hêzên navneteweyî yan jî peymanên di navbera rejîman de pêk nayê, berevajî bi rêya birêxistinkirina civakê li ser bingehîn demokrasiyê pêk tê. Sefa tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke modela pratîkî nîşan da.
Sefa da zanîn ku Manîfestoya “Aştî û Civaka Demokratîk” vîzyona jiyana hevbeş di nava pêkhateyên Sûriyeyê de li ser bingeha wekhevî û hemwelatiya azad û misogera mafên destûrê weke altarnatîfa siyasetên paşguhkirin û cudakariyê, pêşkêş dike.
Di dawiya rûniştinê de, beşdaran got pêdiviya pêkanîna vê vîzyonê bi têkoşîna fikrî û çandî heye ku hişan ji zihniyeta desthilatê rizgar bike, nirxên demokrasiya ekolojiyê û wekheviya di navbera her du zayendan de xurt bike. Beşdaran destnîşan kir ku rizgariya jinê bingeha rizgariya civakê ye.
Beşdaran anî ziman ku serkeftina vê projeya demokratîk temsîla berpirsiayriya dîrokî ya hevbeş a tevahî hêz û gelên bi hestara jiyana aştiyane ye. Ji ber ku ev yek misogeriya yekane ya pêkanîna îstîqrara adilane û mayînde li herêmê ye.



