Bîlançoya şerê li Xezayê her roj girantir dibe. Hate ragihandin di nava 24 saetên dawiyê de 64 kesên din jiyana xwe ji dest dane û 8 kesên din jî, ji ber birçîbûnê mirine.
Îsraîlê jî ragihand ji destpêka şer heta niha 899 leşkerên wan hatine kuştin, 6 hezar û 210 jî birîndar bûne.
Şerê li Xezayê dewam dike û hejmara mirî û birîndaran jî zêde dibe.
Wezareta Parastinê ya Xezayê derbarê şer û êrişên dawiyê daxuyanî da û ragihand di nava 24 saetên dawiyê de 64 kes mirine û 278 kes jî birîndar bûne.
Li gorî çapemeniya Filistînê artêşa Îsraîlê li dijî Bakurê Xezayê bombebaraneke dijwar pêk anî ye û li taxên Cebaliye û El Zeytûn operasyonên xwe berfireh dike.
Li aliyê din hate ragihandin ji ber dorpêça li ser Xezayê 8 kesên din ji ber birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan.
Gorî daneyên dawiyê heta niha ji ber birçîbûnê, 115 jê zarok 289 kes jiyana xwe ji dest dane.
Ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve, di şerê li Xezayê de 62 hezar û 686 kes mirine û 157 hezar û 951 kes jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê bîlançoya şerê li Xezayê eşkere kir
Artêşa Îsraîlê jî bîlançoya şerê li Xezayê yê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve ku dewam dike, eşkere kir.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şerê li Xezayê ve 899 efser û leşker hatine kuştin, 6 hezar û 210 jî birîndar bûne û ji wan birînên 477 kesan giran in.
Li Xezayê 4 tûgayên Îsraîlê tetbîqatê dikin
Li aliyê din tevgera bejahî ya artêşa Îsraîlê ya li dijî Xezayê dewam dike.
Hat ragihandin li derdora Xezayê 4 tûgayên Îsraîlê tetbîqatê dikin.
Li gorî medya Îsraîlê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû naxwaze tevgera li dijî Xezayê bisekine û ji bo berdana girtiyan jî bi lez nake.
Li gorî ragihandina Îsraîlê artêş bi armanca dagirkirina bajarê Xezayê dest bi pêkanîna plana “Gideon 2” kiriye û divê çarçoveyê de li taxên Zeytûn û Cebaliye ên li bakurê bajêr tevgera leşkerî zêde kiriye.



