Li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk pereyan ji şêniyan distînin û nahêlin zeytûnan berhev bikin.
Li hemberî wê şêniyan bertekên nerazîbûnê nîşan dan û îdiayên hikumeta Şamê dibêjin ku Efrîn di bin kontrola wê de ye, red kirin.
Herî dawî çeteyên “Firqet Mutesêm” li gundê Zeirê yê bajarokê Bilbilê gef li şêniyan xwarin ku neçin nava zeviyên zeytûnan û demsala îsal berhev nekin.
Ev gef bi taybetî li şêniyên ku beriya 2 salan vegeriyane Efrînê hatin xwarin.
Gundiyan destnîşan kirin ku wan di 2 salên dawîn de ji bo ku lêçûna avdan, ajotin û kesaxtina daran pere deyin kirine.
Her wiha şêniyên gund dan zanîn ku çete tevî sîxuran li nava zeviyan digeriyan, ji bo ku serjimariyê bikin û daran ji xwe re diyar bikin.
Heta niha tevî giliyên şêniyan dîsa jî komîte û aliyên fermî yên hikumeta Şamê ya veguhêz destwerdan nekirine.


