Kongra Star hilbijratinên parlamentoya Sûriyê red kir û destnîşan kir ku hilbijartina ku nîvê civakê dûr bixe, tê wateya sepandina hişmendiya zordestiyê ya ku vîna sûriyan rawe nake.
Kongra Star di daxuyaniyê de got, dûrxistina jinan û gelan ji biryara siyasî, bi xwere domandina zordestiyê û parçebûna civakê tîne.
Kongra Star tekez kir, heger careke din hewldan-çêbibin ku hişmendiya baviksalarî ya yekalî ya berê were vejandin, ewê aloziyê kûrtir bike.
Hate diyarkirin ku jinan di berxwedana xwe de ya li hember terorê û avakirina modela Rêveberiya Xweser, îsbat kir ku demokrasiya rastîn bi tevlêbûna jinan dest pê dike.
Ji bo wê ger hilbijartin an jî xebateke siyasî, mafên pêkhateyan û hêzên siyasî dabîn neke, wê demê ne rewa ne.
Girîng e, pêkhate tev, tevlî çareseriya siyasî bibin û mafên wan ên netewî, çandî û siyasî pêk were. Ji bilî van şertan, çarenûsa her projeyekê binkeftin e.
Her xebateke siyasî ya ku nîvê civakê paşguh bike yan jî dûr bixe, ne demokratîk e û ne rewa ye.



