Bi ferman û serperştiya Istixbarta Tirk, çeteyan 600-700 girtiyên Kurd ji zindanên Efîrnê birin zindana El-Raî û Kilîsê.
Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, derheqê gelek girtiyan de, cezayên giran hatin birîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê eşkere kir ku ev girtî bi armanca veşartina wan, ne guhertina wan bi dlîgirtiyan û qutkirina pêwendiyên malbatên wan, derbasî girtîgehên Raî û Kilîsê kirine.
Rêxistinê da zanîn ku bêyî delîl an rêbazekî qanûnî, ev girtî beriya derdora mehekê derbasî girtîgehên navborî hatine kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan got ku girtîgeha Raî li jêr destê çeteyên dewleta Tirk ên bi navê “Sultan Murad” ku pir nêzîkî istixbarata Tirk e.
Ev girtî, piştî dagirkirina Efrînê hatine revandin, bêtirî xwe hatine êşkencekirin û dûrî xizm û malbatên xwe hatine hiştin.



