Serokê rûhanî yê civaka Durzî şêx Miwefeq Terîf, di çarçoveya hewldanên xwe yên ji bo ragihandina rastiya tiştên li Siwêdayê diqewimin de ji civaka navneteweyî re, şandeyekei Parlamentoya Brîtanî pêşwazî kir û bi balyozên Rûsya û Almanya re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de hate diyarkirin ku divê alîkariya mirovî derbasî Siwêdayê bibe, dorpêç bi dawî bibe û revandî serbest werin berdan, der barê sûcên li parêzgehê çêbûne de banga destpêkirina lêpirsîneke navneteweyî hate kirin.
Serokê rûhanî yê civaka Durzî şêx Muwefeq Terîf, hewlên xwe yên siyasî û dîplomatîk ji bo ragihandina rewşa Siwêdayê ji civaka navneteweyî re didomîne. Herî dawî şêx Terîf şandeyeke Parlamentoya Brîtanî pêşwazî kir, li ser pêşketinên dawî û girîngiya ragihandina wêneyê rastîn ji raya giştî re axivîn.
Di heman çarçoveyê de, şêx Terîf bi Balyozê Rûsyayê yê li Îsraîlê Anatoly Viktorov re civiya, rewşa parêzgehê ji dema êrişa “terorîst” ve ku 13`ê Tîrmehê dest pê kir û heta niha berdewam e ragihand û têkildarî geşedanan nameyeke fermî ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê re rêkir.
Şêx Terîf bi balyozê Almanyayê re civiya. Di civînê de, bang kir ku ji bo çareserkirina rewşa Sûriyeyê Ewropayê gavan bavêje, dosyaya revandiyan bilez bê vekirin û alîkariyên mirovî bêderengxistin, derbasî Siwêdayê bibin.
Şêx Terîf li ser malpera xwe ya fermî gotegotên ku vê dawiyê belav bûne derewandin û diyar kir ku di navbera wî û El Hicrî de peywendî çêne bûye. Şêx Terîf got wî ji El Hicrî re negotiye ku ne pêkan e korîdoreke mirovî li Siwêdayê vebibe.
Şêx Terîf di civînan de giringî da van mijarên sereke: xurtkirina agirbesteke berfireh, vekirina korîdoreke ewle bi garantiyên amerîkî yan navneteweyî, bidawîkirina dorpêça li ser parêzgehê, xebata ji bo azadkirina jin û mêrên revandî, misogerkirina vegera kesên koçber ji gundên wan re, sererastkirina bajarokên zirardar û tazmînkirina niştecihan, daxwaza lêpirsînek navneteweyî ya serbixwe ji bo sûcên ku li Siwêdayê pêk hatine.



