Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe yê ku roja Duşemê di encama qezayekê de li Kantona Cezîrê şehîd bû, eşkera kir.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê aşkera kir ku endamê wan Elî Tasan dema ku li Kantona Cezîrê li ser erkê xwe bû, di encama qezayekê de şehîd bû.
Hêzên Ewlekariyê sersaxî ji malbata şehîd Elî Tasan re xwest û soz da ku heta pêkanîna ewlehî û aramiyê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna xwe li ser rêya şehîdan berdewam bikin.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û Paşnav: Elî Tasan
Navê Dayikê: Wedha
Navê Bav: Xelef
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1ê Çileya 2005an
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: 15ê Nîsana 2025an
Dîroka Şehadetê: 25ê Tebaxa 2025an



