Li parêzgehên Selahedîn û Nînovayê yên Iraqê 2 çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ve hatin girtin.
Dezgeha Îstixbaratê ya Iraqê, têkildarî girtina 4 çeteyên DAIŞ’ê li parêzgehên Nînova û Selahedînê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, di encama operasyona hêzên Dezgeha Îstixbaratê ya Iraqê û bi hevkariya hêzên ewlekariyê yên Iraqê, li parêzgehên Nînova û Selahedînê sê çeteyên DAIŞ’ê navçeya Şirgat a parêzgeha Selahedînê hatin girtin.
Hate gotin ku di encama operasyona hêzên ser bi Dezgeha Îstixbaratê ya Iraqê û bi hevkariya hêzên ewlekariyê yên Iraqê ya li Nînovayê pêk hatî de jî, çeteyekî DAIŞ’ê hate girtin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her 4 çete radestî desthilata dadweriyê hatine kirin û dê di çarçoveya Madeya 4 a Terorê de werin darizandin.



