Li gundewarê Hemayê qezayeke tirafîkê pêk hat, di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 jî birîndar bûn.
Li gundewarê rojavayê Hemayê li ser rêya sereke ya di navbera Beyt Yaşût û Nehr El Bereda de wesayîteke rêwiyan rê berda û qulipî.
Di encamê de 4 kes jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn, birîna 5 kesan giran e.
Şêniyên herêmê û tîmên tenduristiyê kuştî û birîndar birin Nexweşxaneya Neteweyî ya El Suqeylebiyê.



