Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên xwe yên ku sala 2018’an şehîd bûne; aşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji malbatên hersî şehîdan re xwest û soza pêkanîna armanca wan da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên şehîd aşkere kir.
HPG’ê da zanîn ku gerîla Artêş, Jîndar û Arvîn di sala 2018’an de şehîd bûne û got:
“Di demekê de ku êrişên li ser gelê me zêde bûne de, hevrêyên me Artêş, Jîndar û Arvîn tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn.
Her sê hevreyên me ji bo azadiya gelê Kurd jiyana şexsî dan aliyekî û xwestin bibin neferekî doza azadiyê.
Ji roja tevlîbûnê ve li her qada ku lê man, wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi rengekî hêja bi cî anîn.
Ew weke milîtanên Apoyî yên leheng bûn tamînata pêşeroja azad a gelê me.
Li hemberî êrîşên ji bo tasfiyekirina tevgera me û qirkirina gelê me bi hişmendiya ku hêjayî şehîdan bin, tevgeriyan.
Bi meşa xwe ya fedayî berpirsyariyên xwe yên dîrokî bê kêmasî bi cî anîn.
Wan ruhê demê rast fêm kirin, bi xurtî xistin pratîkê û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin.
Em milîtanên fedayî yên Apoyî yên partiya me PKK’ê Artêş, Jîndar û Arvîn bi hurmet û hezkirin bi bîr tînin.
Ew di têkoşîna sala 2018’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişên dijmin de şehîd bûn.”
Hêzên Parastina Gel HPG’ê dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û ji tevahî gelê Kurdistanê re xwest û soza pêkanîna armanc û xeyalên wan, da.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan de wiha ne:

Nasnav: Artêş Rojava
Nav paşnav: Hasan Ûzûn
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Perîhan-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Jîndar Tendurek
Nav paşnav: Fatma Kaya
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Salîhe-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Nîsana 2018 / Xakurkê

Nasnav: Arvîn Çirav Botan
Nav paşnav: Şîrîn Işik
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Cevahîr-Veysî
Dem û cihê şehadetê: 10’ê Nîsana 2018 / Xakurkê


