Belçîka pilan dike ku di konseya ewlekariyê de Dewleta Filistînê nas bike û li ser Îsraîlê cezayan bisepîne.
Wezîrê Derve yê Belçîkayê Maxime Briffo ragihand ku welatê wî wê di civîna Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê de dewleta Filistînê nas bike.
Brîffo diyar kir ku Belçîka wê cezayên tund li dijî hikûmeta Îsraîlê bisepîne û got:
“Divê welatê me bi nasîna dewleta Filistînê zextê li Hikumeta Îsraîl û Hemasê bike daku tundiya li ser gelê filistînê ji holê rabe.”
Briffo teqez kir ku armanc ne cezakirina gelê Îsraîlê ye, zexta li ser hikumetê ye.
Herî dawî Brifo got cezayên tund li ser Îsraîlê di pakêtên me de hene.



