Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewla revadina 30 endamên malbatên DAIŞ’ê ji kampa Holê têk bir.
Li gor agahiyên ku çavkaniyên ji kampa Holê dane nûçegihanê me, hewldan hatibû kirin ku zêdekirî 30 jin û zarokên DAIŞ’î bi erebeyekê ji kampa Holê werin revandin.
Çavkaniyan diyar kirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêşî li hewldanê girt.
Li kampa Holê bi deh hezaran jin û zarokên malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene ku metirsiyê li ser ewlehiya herêmê û ya cîhanê çêdikin.


