Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê, artêşa Îsraîlê li bakurê Xezayê, her wiha li bakur û başûrê Şerîda Xezayê mal, kon û kombûnên sivîlan hedef girtiye.
Artêşa Îsraîlê li nêzî Bendera Sayadîn, li rojavayê Xezayê, apartmanek hedef girtiye, di êrîşê de 5 kes hatine kuştin.
Di êrîşeke helîkopterê de li ser malek li taxa Derec a navenda Xezayê 3 kes hatine kuştin.
Leşkerên Îsraîlê li nêzî Nexweşxaneya Rantisi li taxa Nasr a rojavayê Xezayê êrîşî konên koçberan kirin.
Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn, ku tê ragihandin rewşa hin ji wan giran e.
Balafirên şer ên Îsraîlê li taxa Nasr jî apartmanek hedef girtin.
Di êrîşa balafirênbêmirov a Îsraîlê ya li ser Kampa Penaberan a Nusayratê ya li navenda Şerîda Xezayê de 5 kes hatin kuştin.
Li Xezzeyê, ku Îsraîlê birçîbûn ferz kir, di 24 saetên dawî de şeş kesên din, di nav de zarokek, ji birçîbûnê mirin.
Li şerîda Xezayê di 24 saetên dawî de 6 kesên din ji birçîbûnê mirin
Li aliyê din bîlançoya kesên ji birçîbûnê mirine zêde dibin.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê daxuyaniyek nivîskî weşand û agahiyên herî dawî li ser kesên ku ji birçîbûnê mirine da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 6 kesên din, di nav de zarokek, ji ber birçîbûn û kêmaniya xwarinê mirine.
Hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve li Şerîda Xezayê ji ber birçîbûnê mirine gihîştiye 367 kesan, ku 131 ji wan zarok in.
Hejmara giştî yên miriyan derket 63 hezar û 633 keasan
Her wiha ji destpêka şerê li Xezayê heya niha hejmara miriyan derket 63 hezar û 633 kesan û yên birîndaran jî derket 160 hezar û 914 kesan.
Ji 18’ê Adarê vir ve, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 11 hezar û 502 kes mirin û 48 hezar û 900 kes jî birîndar bûne.
Di serdegirtina artêşa Îsraîlê de li kampa penaberan a balata kesek mir
Li heremên din ên ku Filîstînî lê dimînin serdegirtin, pevçûn û şer dewam dikin.
Li gorî şahidên bûyerê, hêzên taybet ên Îsraîlê ketine nav kampa penaberan a Balata û malek dorpêç kirine.
Piştre artêşa Îsraîlê bi hêzên teqwiyeyê êrîşî kampê kiriye.
Di navbera Filistîniyên ku li dijî serdegirtinê bûn û artêşa Îsraîlê de pevçûn derket.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku kesekî bi guleyên leşkerên Îsraîlê birîndar bûbû, miriye.
Artêşa Îsraîlê piştî girtina kesekî din ji kampê vekişiya.
Hejmara Filistîniyên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve di serdegirtin û êrîşên artêşa Îsraîlê de li Şerîa Rojava hatine kuştin, gihîştiye hezar û 17’an.



