Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, dijberiya xwe ya li hember sepandina her cure sînordarkirinên li ser bernameya moşekî ya welêt teqez kir.
Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê ragihand ku ew li dijî her hewldanek ji bo sînordarkirina bernameya moşekî ya welêt e.
Li ser mijarê berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî, dibêje hêzên çekdar ên Îranê bi biryardarî welêt diparêzin û teqez kir ku Fransa ji mijara nulkeerî wêdetir dixwaze sînoran li ser bernameya moşekî ya Îranê ferz bike.
Ji aliyekî din ve, Wezareta Derve ya Fransayê ragihand ku çalakkirina mekanîzmaya ambargoya giştî peyamek eşkere ye ji bo Îranê.
Hêjayî gotinê ye ku Troykaya Ewropî hefteya borî di nameyekê de ji Konseya Ewlekariyê re got, eger Îran hevkariyê neke, ew ê pêvajoya ji nû ve bicîhkirina bilez a cezayên Neteweyên Yekbûyî çalak bikin.
Îranê ev kiryar neqanûnî û siyasî bi nav kir û wekî bicîhanîna fermanên Amerîkî bi nav kir.



