Komên çekdar ên girêdayî hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bi ser taxa Someriyê ya rojavayê Şamê de girtin, kel û pelên malan dizîn, gef li şêniyan xwarin ku ji malên xwe derkevin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku komên çekdar ên girêdayî serkirdeyê bi navê “Ebû Huzeyfe” ku çekdarên Meidemiyê ne, duh bi şev bi ser taxa Someriyê ya rojavayê Şamê de girtin. Çekdaran kel û pelên gelek malan dizîn û gef li xelkê Elewiyan xwarin ku malên xwe vala bikin.
SOHRˊê diyar kir ku çekdarên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê gotinên nebaş û heqaret li kesên dijî nêrîna wan derketin, kirin û li ser paşxaneya aşkerakirina binpêkirinan di hevdîtineke vê dawiyê ya çapmeniyê de ji hêla parêzer Elî Berekat ve, gefên qetilkirinê lê hatin xwarin.
Tevî serdegirtinan, ragihandina bi çekdaran re rewşa dijberî ya diqewime derxist. Hikumeta Veguhêz di ragihandina xwe de îdia kir ku bûyer hat telafîkirin û çareserkirin û wê agahî daye muxtar û şêniyên Someriyê ku di malên xwe de bimînin û kesên derketin bila vegerin.
Serkirdeyê çekdarên Meidemiyê, di 30ˊê Tebaxê de agahdariyên fermî yên ji Hikumeta Veguhêz de red kiribûn, demeke kurt da şêniyan ku ji malên xwe derkevin û tevî wê gotinên nebaş ji wan re kiribûn. Çekdarên Meidemiyê pabendî perspektîfên Hikumeta Veguhêz an jî agahdariyên wê nebûn.



