Piştî 3 meh di ser şandina pereyan ji aliyê hikûmeta Bexdayê re derbas bûn, hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê dest bi belavkirina mûçeyên meha Hezîranê kiriye.
Karmend û kesên teqaid yê li Helebçeyê ragihandin ku pereyên mûçeyan heye, lê hikûmet bi zanebûn mûçeyan nade.
Lê heta niha kes çarenûsa mûçeyên mehên Tîrmeh û Tebaxê nizane ku wê kengî werin belavkirin.
Her wiha diyar kirin ku rewşa kesên yek car xirab e, ku her 3 mehan carekê mûçe tên belavkirin.
Karmendên Helebçeyê: Pere hene lê hikûmeta demborî belav nake
Ji wan re ne girîng e xelk çawa dijîn. Li gel wan tenê jiyana wan girîng e.
Hikûmeta berpirsyar erka xwe ya berlavkirina mûçeyên xelkê bi cî nayîne.
Pêşketinên ku rayedar behsa wê dikin, heta niha pêk nehatine ji ber vê yekê rewşa xelkê gelekî xirab e.



