Saziya Serbixwe ya Kar û Barên Windahiyan a Sûriyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê avabûna meclisa xwe ya şêwirmendiyê ragihand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Meclisa Şêwirmendiyê pencereya saziya serbixwe ye, ya ji bo wergirtina şîret û nerînên ji pisporên Sûrî û navneteweyî ye.”
Meclis vê gavê wekî dezgehekê ku “Beşdariya çalak a malbatên windahî û kesên rizgarbûyî û civaka sivîl di xebatên saziyê de garantî dike” nirxandin.
Li gorî ku Saziyê diyar kir ku wan zêdetirî 250 daxwaznameyên tevlîbûnê wergirtiye.
Seroka saziyê, derbarê tayînkirina endamên meclisa şêwiriyê de got:
“Avakirina meclisa şêwirmendiyê gaveke girîng e ku dengê malbat, kesên rizgarbûyî û civaka sivîl were bihîstin û bi bandor beşdarî hewildanên saziyê bibin.”
Saziya serbixwe ragihand ku endamên meclisê dê ji bo çar salan kar bikin.



