Lîzbona paytexta Portekîzê tramvayê rayên xwe derket di encamê de 15 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn, ku pênc ji wan bi giranî birîndare.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Portekîzê, di encama qezayekî tramvaya Gloria, ji rê derket.
Di qezayê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 giran 18 kes jî birîndar bûn.
Serokomarê Portekîzê Marcelo Rebelo de Sousa, di daxuyaniyek nivîskî de, mirin û birîndarbûna di qezayê de piştrast kir û xemgîniya xwe anî ziman.
Ji aliyekî din ve, ji ber qezayê, hikûmeta Portekîzê rojek şîna giştî û Şaredariya Lîzbonê jî 3 roj li bajêr şîn ragihand.
Serokê Konseya ye peyama sersaxiyê ji malbatên qorbaniyan re şand
Li aliyek din Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Antonio Costa li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyaniyek da.
Costa, diyar kir ku ew ji ber qezaya di tramvaya Gloria de, pir xemgîn e.
Her wiha Antonio Costa sersaxî ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane xwest.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen xemgîniya xwe anî ziman û bi zimanê Portekîzî peyama sersaxiyê weşand.



