Ji bo sala xwendinê ya nû, Peymangeha Bilind a Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê dest bi hevdîtina bi xwendekaran re kiriye.
Hevdîtin di 3 û 4 mehê de li peymangehê ya li bajarê Dêrikê dest pê kir.
Duh û îro li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo û 9 û 10’ê mehê jî wê li navenda çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê be.
Weke qonaxa yekemîn xwendekaran serlêdan kirin û navên xwe tomar kirin û niha jî dest bi hevdîtinan hatiye kiriye.
Di hevdîtinê de pirsên derbarê kesayet, pisporî û hunerê de ji xwendekar tê kirin.



