Îsraîlê gef xwar ku êrişên xwe yên asmanî li dijî Xezayê zêde bike û bi gotina “bahozeke wêranker” Hemas hişyar kir û heke dîlgirtiyan serbest bernede û xwe radest neke, dê êrişên li ser Xezayê bidomin.
Îsraîlê ragihand ku ew ê êrişên xwe yên asmanî li dijî Xezayê zêde bike û wan wekî “bahozeke wêranker” bi nav kir. Her wiha hişyariya dawî da Hemasê ku eger hemû dîlan serbest bernedin û xwe radest neke, ew ê Xezayê wêran bike.
Hemasê jî eşkere kir ku ew pêşiniyara Amerîka ya agirbestê ya nû ku Trump weke “firsende dawîn e” bi nav kir, dinirxîne.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz li ser X’ê wiha nivisî: “Îro bahozeke wêranker dê li asîmanê Xezayê bixe. Ev hişyariya dawî ye ku dîlan berdin û çekên xwe deynin, an jî wê Xezayê wêran bibe.”
Katz beriya êrişa çekdarî ya li dijî rawestgeha mobusan a li Qudsê ku di encamê de 7 kes hatin kuştin û Hemas bi erênî nirxand, ev daxuyaniya xwe da.
Li gorî berpirsekî Îsraîlî, divê Hemas di çarçoveya însiyatîfa Amerîkayê de, dîlgirtiyên sax berde û cenazeyên 48 kuştiyan radet bike, dûre dê danûstandinên ji bo bidawîkirina şer, dest pê bikin.
Lê Hemas di daxuyaniyekê de destnîşan kir ku ew amade ye ji bo serbestberdana girtiyan danûstandinan bike, lê bi şerta ku daxuyaniyeke zelal a bidawîbûna şer, vekişîna artêşa Îsraîlê ji Şerîda Xezayê bê dayîn, her wiha ji bo rêvebirina Xezayê were avakirin komîteyek ji filistîniyên serbixwe.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyarkiribû ku Îsraîl amade ye pêşniyara serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo agirbestê li Xezayê, qebûl bike.
Di civîneke çapemeniyê de li Budapestê Wezîrê Derve yê Îsraîlê bi hempîşeyê xwe yê Macarî re, anî ziman ku Îsraîl amade ye ji bo bidawîkirina şer lihevkirineke giştî qebûl bike ku li gorî wê, dîlgirtî, serbest bên berdan û Hemas dev ji çeka xwe berde.



