Şêrîn Omer ku salên dirêj di oxira azadiya Kurdistanê de kar û xebat kir koça dawî kir. Şêrîn Omer dayîka şehîd ferhad Şiblî û Îsam Şiblî bûn.
Heman demê gelek xwazî û biraziyên wê di nava tevgera azadiyê de şehîd bûne û têkoşerin.
Daxwaza wê ya herî mezin azadiya rêber Apo û welatek serbixwe bû.
Bajarê Dêrika Hemko di nava tevgera azadiya Kurdistanê de xwedî gelek şehîd û qehremana ye.
Dema tovên azadiyê li Rojavayê Kurdistanê dihat belavkirin, Dêrikê malovaniha sereke jê re dikir.
Yek ji wan malbatên welatparêz malbata Şiblî ye.
Dayê Şêrîn Omer jî ji salên 84’an ve bi awayek bi wayek aktîf tevlî xebatên cephewî bûye.
Gelek caran ji aliyê Rejîma Baas ve tê girtin lê ew ji dest ji karê xwe yê tevgerê naqere.
Di nava herêmê de jî xwedî cihek girinbaha bû.
Hezkirin û girêdanek mezin a tevgera azadiyê di dilê zarok û malbata xwe ya mezin de dide çêkirin.
Ji salên 90 heta 93’an kurê wê Ferhat Dêrik, Xarziyên wê Zozan Dêrik, Jiyan Dêrik, Ferhat Dêrikê mezin, Hedar Dêrik, Ceger Dêrik tevlî tevgera azadiyê dibin.
Piştî salên şoreşê jî dayê Şirin vê têkoşîna xwe hîn berfirehtir dike.
Cihê xwe di nava xebatên rêxistînî de digre.
Vê carê kurê Îsam şiblî ku encamê YPG’ê şehîd dibe.
Kurê wê Ferhad Dêrik ji damezrinerên şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî di 17’ê Hezîrana 2022’an li Başûrê Kurdistanê şehîd dibe.
Di hevpeyvînekê de kîn û nefreta xwe li dijî xiyanet û dagirkeriyê bi lêv dikir.
Dayê Şêrîn ev demek bû ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin di 9’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da.



