Hevserokê Meclîsa Bajarê Eyn Îsayê Sebrî Nebo, nerazîbûna xwe ji ber nepêkanîna xalên peymana 10’ê Adarê anî ziman û got: “Li Girê Spî li dijî peymana 10’ê Adarê dargirinkirina erd pêk tê.”
Sebrî Nebo behsa peymana 10’ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Ehmed El-Şere kir û got:
Zêdetirî 100 hezar şêniyên bajar û gundewarên Girê Spî neçar mane ku birevin û niha di kampan de, di nav şert û mercên dijwar de dijîn.
Nebo behsa rewşa heyî ya li Girê Spî kir û bal kişand li ser astengiya herî mezin a li pêşiya vegera şênyan nepêkanîna xalên peymana 10’ê Adarê û berdewamiya dagirkeriya dewleta Tirk e û got:
Li ser medyaya civakî nûçe belav dibin ku hin kesên ji bo dagirkeriyê dixebitin hewl didin milkên koçberan ji bo hin saziyên Tirkan bikirin.
Nebo di dawiya axaftina xwe de hişyarî da xelkê Girê Spî ku nekevin nav xefika dagirkeriya Tirkiê û dibêje:
Em xelkê xwe hişyar dikin ku nekevin nav xefikan ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze herêmê de serweriya xwe zêde bike û demografiya me biguherin.



