Xelkê Siwêda 16 qurbaniyên êrîş û komkujiyên çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyê bi merasîmkê oxir kirin.
Îro cenazeyên qurbaniyan ji nexweşxaneyên Şamê, gihîştin Nexweşxaneya Neteweyî ya li Swêdayê.
Li Derdora nexweşxaneyê ji bo veguhestina cenazeyên qurbaniyan tijî bû.
Çavkaniyeke herêmî piştrast kir ku di nîvê meha Tîrmehê de, ji hêla çekdarên hikûmeta veguhêz ve sax hatine girtin.
Merasîma bîranînê ji bo 2 qurbaniyên komkujiya Siwêdayê
Heman demê, xelkê Swêdayê Emced Nayif Qetrab û Îmad Samî El-Helebî bi bîr anîn.
Nêzîkî mehek û nîv piştî mirina wan ji aliyê çekdarên hikûmeta veguhêz ve, merasîma şînê ya bîranîna wan li dar ket.



