Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir û soza pêkanîna hêviyên şehîdan da.
Têkildarî mijarê navenda ragihandin û çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariyê daxuyaniyek da û got:
“8’ê Îlonê, 3 endamên me dema erka xwe ya welatparêzî û mirovî li Holê pêk tanîn, şehîd bûn.
Hevrêyên me Efîf El-Mihemed, Ela’i El-Mihemed û Fewaz El-Ebdî bi dilsoziyek mezin heta dawî têkoşiyan.”
Hêzên Ewlekariyê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza parastin û mayîndekirina aramiya herêmê da.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û paşnav: Efîf El-Mihemed
Navê bav: Radî
Navê dayikê: Başiye
Cih û dîroka jidayikbûnê: El-Hene, 15’ê rêbendana 2001’an
Cih û dîroka tevlîbûnê: Hol, 25’ê rêbendana 2023’an
Cih û dîroka şehadetê: Hol, 8’ê îlona 2025’an
Nav û paşnav: Ela’i El-Mihemed
Navê bav: Hemrîş
Navê dayikê: Emşa
Cih û dîroka jidayikbûnê: Merkada, 1’ê rêbendana 1993’an
Cih û dîroka tevlîbûnê: Hol, 10’ê tebaxa 2023’an
Cih û dîroka şehadetê: Hol, 8’ê îlona 2025’an
Nav û paşnav: Fewaz El-Ebdî
Navê bav: Mihemed
Navê dayikê: Na’île
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê, 3’ê mijdara 1987’an
Cih Dîroka tevlîbûnê: Kampa Hol, 7’ê Sibata 2023’an
Cih û Dîroka Şehadetê: Hol, 8ê Îlona 2025’an



