Nûnerên partiyên siyasî destnîşan kirin ku bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re ne û gotin berdewamkirina danûstandinan bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re û bicihanîna lihevkirina 10`ê Adarê gelekî girîng e.
Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navenda Meclisa Têkiliyên Dîplomatîk a li Qamişloyê de, civînek li dar xistin. Di civînê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed hazir bû.
Di civînê de, geşedanên siyasî hatin nîqaşkirin. Dûre hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed axivî û behsa hevdîtin û civînên di navbera nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de û bi aliyên navneteweyî re kirin.
Nûnerên partiyan destnîşan kirin ku ew bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re ne, li ser bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk a nenavendî û parastina berjewendiyên pêkhateyan, pêwîst e danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re bidomin. Her wiha gotin divê bendên lihevkirina 10`ê Adarê bi cih werin.



