Çalakiya Nobetê a li Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin, bi koma 153’an di roja 785’an de didome.
Merasîma dewrgirtinê li saziya malbatên şehîdan bi beşdariya gel û çalavanan pêk hat.
Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 152’an Sebrî Nerexî axivî.
Sebrî banga li her kesî kir ku xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo birêxistin bike û got:
“Em di wê baweriyê de ne ku her kes manîfestoya Rêber Apo şandiye, bixwîne.
Li gorî wê xwe rêxistin bike da ku bi Rêber Apo re bibe alîkar.”
Piştî axaftinan koma 152’an çalakî dewrî koma 153’an kir.



