Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê “PAJK” Evîndar Ararat banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ nirxand.
Evîndar Ararat diyar kir ku dewleta Tirk bi cidî nêzî pêvajoya Aştiyê nabe.
Her wiha da zanîn ku Rêber Apo muzakerevanê sereke ye û got: “Eger Rêbertî weke muzakerevanê sereke neyê dîtin, wê pêvajo çawa bimeşe?”
Di 27’ê Sibatê de Rêber Apo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir.
Banga Rêber Apo ji aliyê gelek dewlet û kesan ve bi bangeke dîrokî hat pênasekirin.
Di vê derbarê de Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê “PAJK” Evîndar Ararat ji Stêrk TV re axivî û got:
Evîndar Ararat: Dewleta Tirk beramberî pêvajoya aştiyê ne cidî ye
“Beriya niha gelek hevdîtin, lihevkirin û agirbest di navbera gerîla û delwetan de çêbûn.
Lê belê ti yek ji wan ne weke pêvajoya ku niha Rêber Apo daye destpêkirine.
Normal çekdanîn gava herî dawî ye, lê Rêbertî despêkê biryar da ku partî bê fesixkirin û şerê çekdarî bê sekinandin ev yek jî cidiyeta Rêbertî derdixe ber çavan.
Tevî vê jî dewleta Tirk an jî desthilatdariya AKP bê deng in û bi cidiyet tevnagerin.”
Her wiha Evîndar Ararat tecrîda li ser Rêber Apo jî nirxand û wiha got:
Evîndar Ararat: Tecrîdek giran ku mînaka wê li cîhanê nebûyê li Rêber Apo tê ferizkirin
“Ev 4-5 sal in ku tecrîdeke giran li ser Rêber Apo tê meşandin ku li cîhanê wek wê nebûye.
Piştî banga Devlet Bahçelî heyeta dewletê hevdîtinê bi Rêbertî re dike da ku heyeta DEM Partiyê biçe gel Rêbertî.
Lê ev mehek û nîv e desthilatdarî dixwaze tecrîdê bi rêbazên cuda bimeşîne.
Divê parêzer, rojnamevan, akademîsyen, partiyên siyasî, komîsyona meclîsê biçe gel Rêbertî, nêrînên Rêbertî werbigirin.”
Evîndar Ararat: Divê dewleta Tirk deriyên Îmraliyê veke
Endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat bal kişand ser ‘Mafê Hêviyê’ ji bo rêber APO û wiha got:
“Di şexsê Rêbertî de ji bo hezaran girtiyan derbas dibe ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hatiye birîn, were rakirin, lê belê Tirkiyê vê yekê paşguh dike.
Rêbertî di hevdîtinên dawî de got: ‘Ya rast cezayê min qediya ye’.
Divê Rêbertî girtî nemîne, divê dewleta Tirk dest ji vê tecrîdê berde, deriyên Îmraliyê bê vekirin.”
Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê “PAJK” Evîndar Ararat dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bilî Rêber Apo ti kes nikare pirsgirêka Kurd çareser bike, aştiyê pêk bîne û wiha anî ziman:
Evîndar Ararat: Tenê Rêber Apo dikare pirsgirêka Kurd çareser bike û aştiyê pêk bîne”
“Me hem di Kongreya xwe ya 12’emîn hem jî di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku kesê danûstandinan bike Rêber Apo ye.
Ji bilî Rêbertî ti kes nikare pirsgirêka Kurd çareser bike û aştiyê pêk bîne.
Muzakerevanê sereke Rêbertî ye.
Çawa dibe ku her roj deriyê hucreyê li ser muzakerevanê sereke tê girtin.
Eger niyeta dewleta Tirk çareserî be, divê gavên berbiçav bavêje.
Ji ber ku tişta ku Tirkiyê rizgar bike ew e ku bi rengekî cidî û samîmî pêvajoyê bimeşîne.”



