Vê dawiyê gelek agahî li ser medyayê hatine belevkirin ku çeteyên dagirkeriya Tiekiyê xwe ji Efrîna dagirkirî vedikşînin.
Lê, hat diyarkirin ku çeteyên dagirker hebûna xwe li gundewarên Efrînê berdewam dikin.
Çavkaniyên taybet ji Efrin News 24 re piştrast kirin ku artêşa Tirk a dagirker hîn jî baregehên xwe yên leşkerî li gelek deverên Efrîna dagirkirî hiştiye û venekişandiye.
Li gorî agahiyan, baregehên dewlata Tirk a dagirker li Cilme, Cendêris, Kefer Cenê, Şêx El-Hedîd û gundê Derwîş hene.
Tê gotin li van deveran hebûneke leşkerî ya mezin û tevgerên birêkûpêk ên çeteyên Tirk a dagirker hene.
Ev yek di demekê de tê ku nerazîbûna gel a li ser dagirkeriya bajarê Efrîn û gundewarê wê zêde bûye.



