Tevgera Jinên Azad li Amedê foruma mafê hêviyê li dar xist.
Di forumê de hate diyarkirin Rêber Apo îradeya bi mîlyonan e, nabe ji mafê hêviyê bê par were hiştin.
Jinan diyarkirin ew ê ji bo azadî û mafê hêviyê daxwazên xwe bi awayekî bi rêxistinkirî bînin ziman.
Tevgera Jinên Azad-TJA’yê li Amedê derbarê “Mafê Hêviyê” yê ji bo Rêber Apo û 4 hezar girtiyan forum li dar xist.
Forum bi dirûşama “Mafê hêviyê û azadî israra jinan e” li Eywana Tahir Elçî ya Baroya Amedê pêk hat û gelek jin beşdar bûn.
“Divê Tirkiye ji bo mafê hêviyê bê şert û merc gav bavêje”
Destpêkê cîgira Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk axivî û diyar kir divê tavilê bîryara derbarê binpêkirinên mafê hêviyê bi dawî bibe û got,
“Tirkiye derbarê mafê hêviyê de ditirse. Divê Tirkiye derbarê mafê hêviyê de bê şert û merc gavan bavêje. Divê mafê Kurdan li ser maseyê nebe mijara bazarê û berpirsyariya hiqûqî bi cih bîne.”
“Divê destê Rêber Apo li hewa neyê hiştin”
Dayika Aştiyê Henîfe Akpolat jî qala pirsgirêkên ku kurê wê li zîndanê dijî kir û got,
“Em dixwazin mafê hêviyê pêk were û ev pirsgirêk çareser bibin. Em dixwazin destê Birêz Ocalan li hewa neyê hiştin. Pêdiviya me bi aştiyê heye. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe.
“Divê em ji bo mafê hêviyê û azadiyê daxwaza xwe bi rêxistinkirî bînin ziman”
Hevşeradara Bajarê Mezin ya Amedê Serra Bûcak jî bal kişande li ser tecrîda li dijî Rêber Apo û gotinên Rêber Apo yên derbarê azadiyê de bi bîr xist û wiha got,
“Têkoşîna mafê hêviyê gelekî girîng e. Birêz Ocalan ku 27 salên xwe li Îmraliyê derbas kir, derbarê mafê hêviyê û azadiyê de gelek tişt gotin.
Ji gelê Kurd û gelê Tirk û ji her kesî re got, ‘Ji azadiya min ya li vê derê zêdetir divê civak azad û demokratîk bibe.’
Berpirsyariya me ye ku em di serî de Birêz Ocalan ji bo hemû girtiyên siyasî daxwaza azadiyê bi awayekî rêxistinkirî bînin ziman.”
“Birêz Ocalan îradeya bi mîlyonan e, nabe ji mafê hêviyê bê par bê hiştin”
Jinên din jî ku axivîn diyar kirin Rêber Apo îradeya bi mîlyonan kesî ye û diyar kirin bê par hiştina Rêber Apo ji mafê hêviyê bê par hiştina gel ya ji hêviyê ye.
Ji bo wê, divê bîryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa’yê pêk were, tecrîd bi dawî bibe û mafê hêviyê were misogerkirin.
https://mezopotamyaajansi35.com/tum-haberler/content/view/286745



