Civîna 9’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî ya Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê hat avakirin bi dawî bû. di civînê de li nûnerên saziyên Aborî û Borsayan a Tirkiyeyê hate guhdarî kirin.
Di civînê de nûnerên Yekitiya Oda û Borsayan a Tirkiyeyê “TOBB”, Yekitiya Odaya Ziraatan a Tirkiyeyê “TZOB), TESK, TÎSK, TUSÎAD û MUSÎAD’ê” beşdar bûn.
Di civînê de serokê TZOP’ê Ahmet Bahadir têkildarî bandora şer a li ser aboriyê nirxandin kir.
Piştre li ser heman mijarê Serokê TOBB’ê Rifat Hasircikoglu axivî.
Rifat Hasircikoglu bi lêv kir ku şer dibe sedema pirsgirêkên aborî û wiha got:
“Demokrasî, yekitiya me ya bingehîn e.
Divê her kes bi bi awayekî azad xwe îfade bike.”
Piştre Serokê TÎSK’ê Ozgur Burak Akkol axivî û ev tişt gotin:
“Şer zirareke mezin daye aboriya Tirkiyeyê lê aştî dikarê aboriya Tirkiyeyê mezintir bike.”
Civînên Komîsyona Meclîse di 17ê Îlonê de dê bi guhdarkirina akademîsyenan berdewam bike.


