Koçberên Serêkaniyê yên ku li kampa Waşûkanî ya rojavayê bajarê Hesekê dimînin desteserkirina mal û milkên xwe ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kirin.
Koçberan bang li saziyên navneteweyî kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û vegera ewle ji wan re dabîn bikin.
Kezê Hiso diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê mal û milkên koçberên Serêkaniyê bê heq desteser dikin û difroşin hev, bi rêya van sûcan dixwazin desteserkirinê xwe rewa bikin.
Zelox Mihemed jî kiryarên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha got:
“Em naxwazin mal û milkên me bifroşin.
Em tenê dixwazin bi ewle veger in.”
Her wiha Seher Îbrahim bang li rêxistinên navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û bilez destwerdanê bikin.
Fatmê Xelîl ragihand ku mal û erdên xelekê tên firotin û mafê wan dixwin , û hesab jî ji wan nayê pirsîn ka mafê mirovan û rêxistinên navnetewî.



