Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs derbarê polîtîkayên Tirkiyê yên li hemberî Rojava axivî.
Ahmet Karamûs zextên Tirkiyê yên li ser Şamê weke “sabotajeke stratejîk” binav kir û got: “Tirkiye dixwaze Şamê bike pêleyistik û Kurdan tasfiye bike.
Her wiha Polîtîkayên Tirkiyê yên li hember Rojava herêmê ber bi kaosê ve dibe”.
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs derbarê helwesta Tirkiyê derbarê Rojava û pirsgirêka Kurd de axivî.
Ahmet Karamûs anî ziman ku Tevgera Kurd ji bo diyalog û aştiyê erkên xwe bi cî aniye, lê Tirkiye bi nêzîkatiyeke nesamîmî tevgeriya ye û got:
Ahmet Karamûs: Tirkiyê di vê pêvajoyê de ne lîstikvanekî durist û pêbawer e
Tirkiyê di vê pêvajoyê de ne lîstikvanekî durist û pêbawer e. Bi berdewamî astengiyan derdixe, taloq dike û bêçareseriyê dixe nava rojevê.
Li Tirkiyê di navbera aliyekî ku li çareseriyeke hiqûqî û aştiyane ji pirsgirêka Kurd re digere û aliyekî “dewleta kûr” ê ku li dijî vê çareseriyê ye, pevçûnek heye.
Ev dewleta kûr bi taybetî bi rêveberiya Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan tevdigere û Fidan li dijî destkeftiyên Kurdan li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê bi awayekî domdar dijminatiyê nîşan dide.
Ahmet Karamûs: Firsendên aştiyê tên sabotaj kirin
Karamûs diyar kir ku Tirkiye rê li ber bicîhanîna peymana di 10’ê Adara 2025’an de di navbera hikûmeta veguhêz û QSD’ê de hate îmzekirin digire û ev jî hewldaneke sabotajkirina aştiyê ye û wiha bi lêv kir:
Peyman entegrasyona avaniyên leşkerî û sivîl ên QSD’ê di dewleta Sûriyê de û parastina mafên gelê Kurd diparêze.
Şam dixwaze QSD bêyî garantiyan çekên xwe radest bike. Ev hewldaneke eşkere ya tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan e.
Tirkiye, Şamê di vê rêyê de dixe bin zextê û naxwaze Kurd li Sûriye û Rojava de rolekê bilîzin.
Tirkiye, li şûna çareserkirina pirsgirêka xwe ya Kurd, hewl dide Rojava tine bike. Ev ne tenê li Sûriyê, lê li herêmê di nav de Tirkiye jî, dikare kaosê biafirîne.
Ahmet Karamûs: Konferansa Hesekê dikarin guhertineke demokratîk li Sûriyê pêk bîne
Karamûs Konferansa Yekîtiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di 8’ê Tebaxê de li Hesekê hate lidarxistin weke gaveke hêvîdar ji bo pêşeroja Sûriyeyê binav kir û wiha pê de çû:
Konferansê bang li destûreke demokratîk a nû kiriye ku mafên neteweyî û olî garantî dike, otonomiya herêmî diparêze û navendîparêziyê red dike.
Modeleke pirreng, dikare kaosa piştî şerê navxweyî asteng bike û hawirdora pevçûnan bi dawî bike. Dikaribû pevçûnên li dijî Dirzûyên li Siweydayê asteng bike.
Ahmet Karamûs: ENKS divê neyê lîstika dewleta Tirk
Ahmet Karamûs got ku Tirkiye bi manîpulasyonên li ser ENKS’ê hewl dide encamên civînên yekîtiya kurdan pûç bike.
Banga me ji hemû aliyan re ev e, divê ji her tevgerên ku yekîtiya neteweyî xirab bike dûr bikevin.
Divê ENKS nekeve vê lîstikê û ji hevdîtinên parçekirî û helwestên nenavendî dûr bikeve.
Heke Kurd di vê pêvajoyê de bi hev re tevnegerin, dibe ku bi Lozaneke duyemîn re rû bi rû bimînin.
Em hêvî dikin ku her kes bi vê berpirsyariyê û hişî tevbigerin.



