Îsal 33. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî li bajarê Dortmund ê Almanyayê hat lidarxistin.
Li gelek welatên Ewropayê bi hezaran kes beşdarî festîvalê bûn.
Şêx Mûrşîd Xeznewî di festîvalê de axivî û got, “Kurd ji mirinê natirsin, çavê her kurdekî li Rojavayê Kurdistanê ye.”
Bi deh hezaran kes ji welatên cuda yên Ewropayê û gelek bajarên Elmanyayê beşdarî festîvalê bûne.
Jinên Kurd bi cilên xwe yên rengîn yên netewî û ciwanan jî; bo coşa xwe reng dan festîvalê.
Kurdistanî bi cilên xwe yên neteweyî û alên YPG/YPJ’ê derbasî qadê bûn.
“Azadî ji bo Rêber Apo” peyama hevpar ya festîvalê bû.
Festîval diyarî şehîdên pêşeng ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Emîne Erciyes, Nûreddîn Sofî, Koçer Urfa hat kirin.
Axaftina vekirinê ya festîvalê ji aliyê Hevserokên KCKD-E ve hat kirin.
Di axaftinan de; hate diyarkirin gelê Kurd di dîrokê de bi bedelên mezin li dijî asîmîlasyon û polîtîkayên înkarê têkoşîn meşandine.
Her wiha hat gotin azadiya gelê Kurd bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye.
Di festîvalê de axaftin hatin kirin, peyam hatin dayîn û hunermend û komên govendê derketin ser dikê hunerên xwe pêşkêşkirin.



