Çalakvana Mafên Jinan Rûbar Ehmed da zanîn ku şehîdxistina Jîna Emînî, kuştina azadîxwaz û welatparêzan ne û got: “Ji aliyê desthilata Îranê ve rêgirî li piştgirî dayîna jinên Rojhilata Kurdistanê tê kirin.”
Bi ser Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê re ku bi şehîdkirina Jîna Emînî ji aliyê “polîsê exlaq” yê Îranê ve destpê kir, 3 sal derbas dibin.
Tevî hemû zext, astengî, girtin, kuştin û revandina serhildirên Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ dewam kir, bertekên navxweyî, herêmî û navnetewî bi awayek pir bihêz belav bûn.
Çalakvana Mafên Jinan Rûbar Ehmed bal Kişand ser şehîdxistina Jîna Emînî û got:
“Şehîdxistina Jîna Emînî ne tenê kuştina kesekê bû, lê belê kuştina hemû jinên welatparêz û azadîxwaz bû”.



